Pirsên ku her bawermend divê ji xwe bipirsî

Xwişk û birayên min ên bawermend,
Gelo rojekê tu sekinî û ji xwe pirsî ku çima tu bi vê baweriyê ve girêdayî yî? Te qet kûr nefikirî ku çima te ev rêya olî hilbijartiye, an jî çima tu di vê baweriyê de mayî? Gelo çi di mêjî te de te piştrast dike ku Xwedayê te yê rast e û Muhemmed pêyemberê wî ye?
Gelo te qet serê xwe bi vî rengî êşandiye: Çima bihuşta te, di afirandina xwe de hewqasî dişibe dinyayê, heman hêmanên erdî tê de hene? Çima Xwedayê te di pirtûkên pîroz de mîna desthilatdarekî xurt tê şibandin; heman rengê desthilatên wê serdemê ku mirov lê jiyane? Ma tu carî li vê pirsê nefikirî ku çima Xwedayê te di xisletan de hewqasî dişibe însanan?

Birayên min,
Ma baweriya te ne berhemê çanda ku tu tê de mezin bûyî ye? Li dinyayê binêre; piraniya xelkê bi giranî li gorî devera ku lê hatine dinyayê baweriyên xwe pêk tînin. Her kes jî bawer e ku bextê wî vekirî ye û Xwedê ew xistiye ser rêya rast. Gelo ev rastî nîşan nade ku bawerî ne encama lêkolîneke kûr, belgeyên zanistî an jî pergaleke exlaqî ya serbixwe ye; belkî zêdetir ji ber bandora malbat û jîngeha zarokatiyê ye?
Tu bûyî mesîhî ji ber ku tu li civakeke mesîhî hatî dinyayê, bûyî misilman ji ber malbata te, bûyî budîst ji ber erdnîgariya te. Gelo bawerî ne tenê lihevhatineke erdnîgarî ye? Bi rastî, tu bawer dikî ku eger tu li cihekî din ê dinyayê hatibûya dinyayê, tê dîsa jî li ser heman baweriya xwe ya îro bimayî?

Bawermendên hêja,
Ev baweriya ku îro di destê te de ye, mîrateya bav û kalên te ye. Tu dizanî ku hema hema hemû bawermendên olên cîhanê bi tiştê ku ji destê bav û kalên xwe girtine, radibin?
Gava em dibînin ku zarokekî biçûk îdeolojiyekê an partiyekê diparêze, em pê dikenin; çimkî em dizanin ku ew hêj xwediyê ezmûna pêwîst nîne ji bo biryarên wiha mezin. Lê dema mijar dibe "zarokê misilman" an "zarokê mesîhî", çima ev yek me aciz nake? Wateya "zarokê misilman" çi ye, eger ne ew e ku ew zarokê dê û bavekî misilman e?

Birayê min,
Tu bi baweriya xwe ewqasî pê bawer î ku amade yî jiyana xwe jî bidî. Lê gelo te carê pirsî; li ser vê gerstêrkê nêzîkî bîst û çar olên sereke û bi sedan mezheb hene. Tenê di Mesîhîtiyê de, bi hezaran mezheb hene û her yek dibêje, "rastî tenê di destê min de ye."
Her endamekî her olê, mîna te mirovekî durust e, mîna te pirtûkên xwe bi heman coşê dixwîne, mîna te mucîzeyan dibîne û bawer dike ku axreta wî bi vî rengî rizgar dibe. Gelo ne mumkun e ku ew hemû bi hev re rast bin, wisa nîne? Heke her kes bi qasî te xwe li ser rêya rast bibîne, şansê te yê ku tu bi rastî li ser rêya rast î, çiqas e?
Pir caran ji min re tê gotin: "Tu yê biçî dojehê." Lê bihuşta kê, dojeha kê? Ji bo rizgarbûnê, divê ez bi kîjan Xwedayî bawer bikim? Ma ne baştir e ku mirov li ser nebûna tiştekî ku nehatiye îsbatkirin bimîne, ji wê ku li ser Xwedayekî şaş bimîne?
Tu yê ku li olên din dinêrî û wan şaş dibînî, heman wê hestê di dilê wan de jî çê dikî. Ew jî wekî te ditirsin ku tu yê biçî dojehê. Gelo ev ne xelekek bêdawî ya dudiliyê ye?

Birayên min,
Di nirîna min de ol, tenê xeyalên demên kevn in; hewldanên bav û kalên me ne ji bo fêmkirin û kontrolkirina gerdûna razdar. Ew ne mentiqî bûn, lê derketina wan di wê demê de mirovî bû. Şerm nîne ku mirov di tariyê de şaş bibîne. Lê îro, em êdî di tariyê de nînin. Zanist ronahiyek e; rêya me ronî dike û valahiyên ku me bi çîrokan dagirtibûn, yek bi yek eşkere dike.
Em êdî ne hewceyî wan çîrokan in da ku em xwe ewle hîs bikin. Dema wê hatîye ku em dev ji wê baweriya ku "em navenda afirandinê ne" an "çanda me ji ya din bilindtir e" berdin. Dema wê hatîye ku em gerdûnê, bi hemû rastiya xwe ve, bêyî ku serbilindiyên xwe yên derewîn têxin navberê, nas bikin.
Mîna ku Carl Sagan dibêje:
"Girtina rastiyeke tal, ji hembêzkirina xeyalên şêrîn pir baştir e."

Post a Comment

0 Comments