Êşên Dîrokê û Bêrûmetiya Koletiyê: Ji Ewtaşê heta Şengalê

Azadî û rûmeta mirov nirxên herî pîroz in di jiyanê de. 
Dîroka mirovahiyê bînerê gelek êş û binpêkirinên mafên mirovan e, bi taybetî koletî û dîlgirtina jinan (sebî) di dema şeran de. 

Mînakek berbiçav ji van bûyerên dîrokî, dîlgirtina jinan di bûyera 'Ewtaş'ê de ye.

Di dîroka Îslamê de piştî Şerê Huneynê (sala 8'an a Koçî) qewimî. Di vî şerî de, artêşa îslamî jinên eşîrên Hawazîn û Teqîfê wekî dîl (sebî) girtin. 
Li gorî ragihandina dîrokî, hinek ji şervanên misliman dudil bûn ku nêzîkî van jinan bibin û têkiliyê sêksî bi wan re deynin, ji ber ku mêrên wan hîn sax bûn û zewaca wan berdewam dikir.
Ji bo bersivandina vê dudiliyê, ayeta 24'an a Sûreya Nîsa (Sûreya Jinan)  ya quranê hat xwarê:

Û jinên zewicî li ser we heram in, ji bilî yên ku ketine bin destê we.

Ev rûdan di pirtûka hedîsan Sehihê Muslim de (Pirtûka Zewacê, Hedîsa hejmar 1456) wiha tê piştrastkirin:


Di roja Ewtaşê de, şervanên pîroz rastî dîlên jin hatin ku mêrên wan hebûn.
Wan fêm kir ku guneh e nêzîkî wan bibin ji ber ku mêrên wan hene.
Li ser vê yekê Xwedê ev ayet hinart:
Û jinên zewicî li ser we heram in, ji bilî yên ku ketine bin destê we.
yanî dema ku ew dikevin bin destê we, êdî ji bo we helal in.


Li ser bingeha vê hiyerarşiya qanûnî, hat pejirandin ku bi dîlgirtina jinan di şer de, zewaca wan a berê bixweber betal dibe. 

Ev xal di dîrokê de wekî nîşanikkî sereke ya rewakirina koletiya sêksî û sîstema 'sebî' di serdemên berê de tê nîşandan.
 
Ev bûyer bi zelalî nîşan dide ku di wê serdemê de, girtin û destserkirina jinên aliyê têkçûyî dihat rewakirin û qebûlkirin. 

Ev pratîk, ji aliyê nirxên mirovî yên azadiyê ve, destdirêjiyek mezin e li ser vîn û rûmeta mirovahiyê.

Gelê Kurd jî di seranserê dîrokê de rastî êrîş û dagirkeriyan hatiye û bûye qurbaniyê heman hişmendiyê
Ji rojên destpêkê yên êrîşên leşkerî li ser xaka Kurdistanê, ne tenê xak dihat talankirin, lê belê rûmet û azadiya mirovan jî dihat armanckirin. 
Dîlgirtin û koletî wekî amûrekê ji bo tirsandin û bindestkirina gel dihat bikaranîn, û êşên vê yekê bi nifşan di bîra civakê de man.

​Di destpêka êrîş û berferehbûn a îslamî de, Şerê Celûlayê (sala 637'an a Zayînî) ku di serdema şahê Sasanî Yezdegirdê Sêyem de qewimî, ji bo dîroka herêmê bû xaleke reş û tije êş. 
Piştî vî şerî, bajarê Celûlayê ku dergehê çiyayên Kurdistanê bû, ket destê artêşa îslamî. 
Di vê êrîşê de, bi deh hezaran jin û zarokên herêmê wekî dîl (sebî) hatin girtin. 
Çavkaniyên dîrokî, wekî pirtûka Dîroka Taberî, behsa hejmareke pir mezin a girtiyan dikin ku wekî 'Sebayayên Celûlayê' hatin naskirin; ev jin û zarok birin bazarên Medîneyê û li wir wekî kole hatin dabeşkirin û firotin. 
Ev rûdan nîşana yekemîn zilma sîstematîk e ku li ser vê xakê bi navê 'sebî' malbat wêran kirin û rûmeta mirovan binpê kir.

Birîna herî kûr û nû ya vê hişmendiya tarî, trajediya Şengalê ye. 
Komên çekdar û tundrew, bi heman hişmendiya koledar a kevnar, êrîşî civaka me ya Êzidî kirin. 
Di sedsala 21'an de, cîhan careke din bû bînerê karesateke mezin; jin û keçên Êzidî bûn qurbaniyên heman pratîka dîlgirtin û firotinê. 
Êşa Şengalê û revandina jinên Êzidî, berdewamiya heman hişmendiya dîrokî ye ku qedr û qîmetê nade jiyan û bedena mirovan.

Em wekî Kurd, ku me êşên herî giran ji dagirkerî û dîlgirtinê dîtine, baş dizanin ku kesên azadiya xwe winda bikin, dibin dîlên hişmendiya serdest. 

Pêwîst e em li hemberî her hişmendiya ku mirovan dike kole û xaka wan dagir dike, bi vîna xwe ya azad bisekinin. 
Rûmeta mirov, azadiya wî ye.


Post a Comment

0 Comments