Qurban; di navbera tirsa kevnar û hişmendiya nû de


Di zarokatiya xwe de, min dît ku çawa ajalên ku min xwedî dikirin, bi hêsanî dihatin serjêkirin.
Wê demê min ne têgihîşt ku çima ev xwîn û ev êş pêwîst e.
Min tenê tirs û bêçaretiya berxê didît.
Wê demê di serê min de pirsek çêbû: Gelo ev çawa dibe ayîn?
piştî ku ez mezin bûm Ev bûyer bû destpêka lêgerîna min.

Qurban çima derket?
Mirovê berê, ji ber ku ne zan bû , her tiştê ku jê ditirsiyan –weke bahoz, nexweşî an hişkesalî– weke hêrsa xwedawendan didît in.
Ji wan e ku bi "rüşwetdayîna" wan xwedawendan, an jî bi qurbankirina tiştekî bi nirx û biha , dê xwe biparêzin.
Di bingehê qurbanê de, ne baweriyeke paqij, lê tirs û nezanîye.
Desthilatdaran jî her tim ev tirs bikar aniye da ku gel kontrol bikin.

Rêwîtiya xwînê di dîrokê de
Ji Sumeriyan heta Aztek û Mayayan, li gelek deveran qurbankirina mirovan jî hebû.
Di olên îbrahîmî de, ev bi awayekî din berdewam kir.
Çîroka Îbrahîm, qurbana mirovî guhert bi ya ajalî.
Lê em dibînin ku heta roja îro jî, di hin şaxên tundrew de, "qurbankirina can" di bin
navê cîhadê de vedigere.
Ew kesê xwe diteqîne, xwe dike qurban ji bo allah li razî be, herê bihiştê û jinan
bistîne.
Ev nîşan dide ku çawa olê Îslamê , carinan mayîndeye kevnar diparêze.

Pirsên ku divê em ji xwe bikin
Em werin ser rastiyê:
Gelo Xwedayekî ku gerdûna bi milyaran stêrkan afirandiye, bi rastî pêwîstiya wî bi
xwîna berxikê ye?
Ma ne paştire û bêtir mirovahî ye ku em nirxê wê qurbanê bidin malbatekî zarokên
xwe tazî û birçî?
Ji xwe bipirse
Em çima hîn jî bi riya mirinê bi koştina berxekî bê guneh, bi serjêkirinê, bi xwîn
rijandinê "nêzîkî Xwedê" bibin?

Pêşerojê qurbanê
Cîhan tê guhertin .
Hişmendiya me li ser mafên ajalan û mirovahiyê pêş dikeve.
Îro, mirovên ku xwezayê û jiyanê diparêzin, pêwîstiya wan nîne bi van ayînên xwînrêj.
Têgihîştina nû ya "qurbanê" ev e:
Fedakarî ji bo mirovahiyê.
Qurbana rastîn, ne kuştina ajalan e,
lê dayîna peran, dayîna dem û ked xwe,alîkariyê ji bo cîhaneke baştir.

Gotina dawî
em di serdemeke wisa de dijîn
em êdî ne neçarin ku bi çavên bav û kalên xwe li jîyanê binêrin.
Bila em netirsin pirsên xwe bipirsin. 
Bila em ji tirsên kevnar rizgar bibin û bi hişmendiyeke nû berê xwe bidin pêşerojê.




Tu dikarî dengweşana min li ser mijara Quranê bibhîsê li ser YouTube 
Ji bîr neke YouTube a min bi şopîne






Post a Comment

0 Comments