Lê rastiyek heye ku divê em bi gernasî rûyên xwe bidinê...
Çiya ne hevalên me ne; çiya tenê bînerên revîna me ne ji şaristaniyê û ji berpirsiyariya avakirinê.
Heger mejî dîl be, lûtkeyên herî bilind jî tenê zindanên bê ban in.
Em bi zimanê dagirkeran li ser azadiyê diaxivin, bi exlaqê serdestan hevdu dadbar dikin, û bi heman çekên wan ên çandî hestên xwe dikujin.
Azadiya ku di hişekî bindest de were raman, tenê bindestiyeke bi rengekî din e.
Tirsa me ji serkeftina birayê me, ji tirsa me ya ji dijminê me mezintir e.
Em di lawazkirina hev de profesyonel in, lê li ber xelkê li hêviya dilovaniyê ne.
Gelên ku nikarin siberojê biafirînin, her tim pesnê rabirdûya xwe didin.
Dîrok ne cihê razanê ye, qada şerê hiş û aborî ye.
Cîhan ji bo rondikên me nasekine û edalet jî diyariya tu xêrxwazan nîne.
Heta ku em dev ji hezkirina êşên xwe bernedin û nebin xwedî hêz, zanist, ziman û hişekî stratejîk, em ê tenê di pirtûkên dîrokê de bibin çîrokeke trajîk ku xelk carinan pê xemgîn dibe, lê tu carî girîngî pê nadin.
0 Comments